Hikûmeta Iraqê baca duyemîn a li ser HKIyê rakir

Hikûmeta Iraqê, daxwaza Herêma Kurdistana Iraqê ya rakirina baca duyemîn a ku ji berên bazirganî yên tînin welêt tê hildan, qebûl kir...

Hikûmeta Iraqê baca duyemîn a li ser HKIyê rakir

Hikûmeta Iraqê, daxwaza Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya rakirina cotebaca ku ji berên bazirganî yên tînin welêt tê hildan, qebûl kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hat dayîn, di rûniştina duh ya Lijneya Wezîran da Herêma Kurdistana Iraqê jî tê da ji bo hemû deriyên sînoran biryar hat dayîn ku bacek tenê were standin.

Lijneya Wezîran her wiha biryar da ku di navbera Herêma Kurdistanê û herêmên Iraqê yên din da derbasbûn asayî be û asteng werin rakirin.

Li gor biryarê ji berên ku ji deriyên sînor ên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û Herêma Kurdistanê û Îranê ra dikevin welêt, tenê hikûmeta Hewlêrê wê bacê bistîne, rêvebiriya Bexdayê êdî wê baceke duyemîn nestîne.

Hikûmeta Hewlêrê berî niha gelek caran daxwaz kiribû ku baca duyemîn a ku Bexda distîne, were rakirin. Li gor biryarê êdî ji berên ku tînin welêt carekê bac wê were standin û ev wê barê kesên ku bazirganiyê dikin jî sivik bike.

Biryar dide nîşan ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê da têkiliyên ku ji ber referanduma serxwebûnê zirar dîtibûn, cardin baş bûne. 

Di navbera Tirkiye û Iraqê da deriyê sînor ê Xabûr û Uzumlu, di navbera Îran û Iraqê da jî deriyên sînor ên Başmak, Perwîzxan û Hecî Omeran hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE