Hikûmeta nû ya Iraqê dest bi wezîfeyê kir

Hikûmeta di seroktiya Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê yê teze da bi fermî dest bi wezîfeyê kir

Hikûmeta nû ya Iraqê dest bi wezîfeyê kir

Hikûmeta di seroktiya Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê yê teze da bi fermî dest bi wezîfeyê kir.

Ebdilmehdî di merasima li Qesra Serokwezîriyê ya li Bexdaya paytextê Iraqê hat lidarxistin da wezîfe ji Heyder Ebadiyê selefê xwe dewr hilda û diyar kir ku hikûmeta wî dest bi wezîfeyê kir.

Serokwezîr Ebdilmehdî diyar kir ku kabîneya wî ya ji Meclisê destûr sitan bi fermî dest bi wezîfeyê kir, li gor teqwîmeke eşkere û bi hûrgilî bernameya hikûmetê amade kirin.

Ebdilmehdî destnîşan kir ku hikûmeta Ebadî kirîzên xeternak bi serkeftî çareser kirin, hedefa wan a sereke ew e ku hewcedariyên gelê Iraqê yê ku gelek tengasî kişandin bibînin.

Wekî mayîn Ebdilmehdî got ku Iraqê bi derbe û hewlên bixun neyê îdarekirin, bi rêyên aştiyane were birêvabirin, ew ê bixebitin ku pirsgirêkên tunebûna av û ceyranê, ewlehiya civakî, bêkarî û gendeliyê çareser bikin.

Ebadiyê Serokwezîrê berê jî di merasimê da axivî û got, "Iraqê krîza ewlehî, mezhebparêzî, malî derbas kir. Hikûmeta teze bi meseleyên wekî komkirina sîlahên di destê komên xêncî endamên dewletê da û jiyana bi refah ra rû bi rû ye."

Ebadî bal kişand ku bi rêyên aştiyane hikûmet hat dewrkirin, di meseleya dewrkirina îqtidarê da berê li dewleta wan tiştekî wiha nehatibû dîtin, ji hikûmeta teze ra serkeftin xwest.

Li bendê ne ku Serokwezîr Ebdilmehdiyê ew ê îro cara ewil Lijneya Wezîran kom bike civîna çapemeniyê li dar bixe.

Ji 22 wezîrên di hikûmeta Endilmehdî da wezîfeyê bikin bi tenê 14 heban ji meclisê destûr sitandibûn û dest wezîfeya xwe kiribûn.

Di kabîneya teze da wezîrên Karên navxweyî, Parastin, Pîlansazî, Perwerdeya Bilind, Edalet, Koç û Koçberiyê nehatine hilbijartin. Meclisa Iraqê ji bo bijartina van wezîran ew ê di 6ê mijdarê da kom bibe.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2018, 14:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE