Hikûmeta Yêmenê bertek nîşanî Hûsiyan da

Hikûmeta Yêmenê bertek nîşanî mecburîkirina çûyîna eskeriyê ya xortên 18 salî yên li herêmên di destê Hûsiyan da dijîn da û got ev gaveke nebaş e

Hikûmeta Yêmenê bertek nîşanî Hûsiyan  da

Li herêmên di destê Hûsiyan da ji xortên 18 salî ra çûyîna eskeriyê hat mecburîkirin, hikûmeta Yêmenê bertek nîşanî vê biryarê da û got "ev gaveke bitalûke"ye.

Wezîrê Enformasyona Yêmenê Muammer el-Îryanî daxuyanî da ajansa nûçeyan a Yêmenê SABAyê û got ew li Sanayê mecburîkirina çûyîna eskeriyê ya xortên 18 salî şermezar dikin.

Îryanî got ev gaveke bitalûke ye, Hûsî dixwazin bi vî awayî nifşeke nezan a ku dikarin hêsantir bên kontrolkirin bigihêje.

Îryanî li hember vê biryarê bêdengiya civaka navneteweyî jî rexne kir û bangî hemû mamoste û xwendekaran kir da ku ew guh nedin vê biryarê û neçin eskeriyê.

Hikûmeta Hûsiyan a li Sanayê roja çarşemê pêşnûmaya qanûnî ya li xortên 18 salî eskeriyê 2 salan ferz dike, qebûl kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE