Hikûmeta Yêmenê ji ber biryara Joe Bîden kêfxweş bû

Yêmen ji ber ku Amerîkayê piştgiriya ku dida operasyonên li welatê wan birî kêfxweş e

Hikûmeta Yêmenê ji ber biryara Joe Bîden kêfxweş bû

Hikûmeta Yêmenê ji ber biryara Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ya "bidawîkirina piştgiriya dide operasyonên li welêt" kêfxweş bû.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Derva û Koçberiyê da bal kişandin ser eşkerekirina Tim Lenderkingê Nûnerê Taybet ê Yêmenê yê Amerîkayê û hat gotin ku ev ji bo piştgiriya hikûmeta Yêmenê û gel gaveke girîng e.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber biryara Bîden a "Li Yêmenê bidawîkirina piştgiriya dide operasyonan" kêfxweş bûn, hikûmeta Yêmenê amade ye ku ji bo pêkhatina aştiya berdewam û berfireh bi civaka navneteweyî ra bixebite.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku dibê kirîz li gor hewla kendavê ya Konseya Hevkariya Kendavê, biryara bi hejmara 2216 a NYyê û bi diyaloga navneteweyî va were çareserkirin.

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê di 4ê sibatê da diyar kiribû ku girîngiyê didin rewşa li Yêmenê, di şerê Yêmemê da piştgiriya didan Erebistana Siûdî bi dawî dikin û firotina sîlahan didin sekinandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE