Cotkarên Girêspî, dest bi rakirina garisên xwe kirin. Cotkarên herêmê êdî bê tirs û xeraca rêxistina terorî, bi dilê xwe hilberînê dikin.
Bîçer ketin nav erdan.
Cotkarên Girê Sipî bê tirsa rêxistina terorî dest bi rakirina garisên xwe kirin.
Cotkarên Girê Sipî ev 5 sal in di bin zilm û zora rêxistina terorî YPG/PKK’ê de bûn, niha bi dilê xwe çandinî û hilberînê dikin.
Heta niha ji ber tirs û xofê xerac didan rêxistina terorî.
Lêbelê piştî ku herêm ji terorê hat paqijkirin, êdî bi awayekî rehet li ser erd û erzaiyên xwe çandiniyê dikin.
Garisê ku li herêmê hat rakirin, li gorî ûsila berê tê hişkkirin
Hebên garis ji bo zû ziwa bibin li ser riyan tên raxistin.
Garisê ku 3 rojan li ber tavê dimîne, dixin çewalan û radikin.