Hilbijartina Kazakistanê Tokayev qezenc kir

Komîsyona Hilbijartinê ya Navend a Kazakistanê diyar kir ku Qasim Comert Tokayev ji sedî 70,76ê reyan hilda û hilbijartina serokkomariyê qezenc kir

Hilbijartina  Kazakistanê Tokayev qezenc kir

Komîsyona Hilbijartinê ya Navend a Kazakistanê diyar kir ku Qasim Comert Tokayev ji sedî 70,76ê reyan hilda û hilbijartina serokomariyê qezenc kir.

Alîkarê Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Navend Konstantin Petro di rûniştina komîsyonê da encamên ewil ên hilbijartina pêşwext a serokomariyê ragihand.

Li gor encamê Tokayevê Serokomarê niha ji sedî 70,76ê dengan, Namzedê Partiya Gel a Komunîstan Jambıl Ahmetbekov ji sedî 1,82yê dengan, Namzeda "Rêya Spî" ya Partiya Demokratîk a Kazakistanê Daniya Yespayeva ji sedî 5,2yê dengan, Namzedê Qedera Millet Amirjan Qosanov ji sedî 16,02yê dengan, Namzedê Partiya Welatparêz a Demokratîk a Gel Toleutay Rahimbekov ji sedî 3,2yê dengan, Namzedê Komeleya Sendîqayên Kazakistanê Amangeldi Taspihov ji sedî 2,07ê dengan û Namzedê Yekîtiya Civakî ya Qertelên Deşt û Çolên Mezin Sadibek Tugel ji sedî 0,92yê dengan hilda.

Beşdariya hilbijartinê ji sedî 77,4 pêk hat.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE