Hilbijartina li herêma kurdan

Li seranserê herêmê 3 milyon û 85 hezar û 461 hilbijêr hene

Hilbijartina li herêma kurdan

Herêma kurdan ji bo 5emîn car hilbijartina parlamentoyê amadehî temam kirin. hêzên ewlekariyê dê sibê, gel jî wê di 30yê îlonê de deng bide.

Parlamentoya Herêma Kurdan ji bo hilbijartina heyama 5an amadehiyên xwe temam kirin.

Di hilbijartinê de 29 lîste hene û 773 namzed wê bikevin hilbijartinê.

Partî û koalîsyonên Tirkmen, Xristiyan û Êrmenî jî 64 namzed nîşan dan.

Di parlamentoya Herêma Kurdan de 5 kursî ji bo Tirkmenan, 5 bo Keldan, Asûrî, Suryaniyan û yek jî ji bo Êrmeniyan hatine veqetandin. Bi temam 111 kursî hene.

Dema propagandayê jî temam bû.

Hêzên ewlekariyê wê sibê deng bidin.

Û gel jî wê di 30 îlonê de biçe ser sindoqan.

Li Hewlêrê 499 sindoq, li Silêmaniyê 476, li Duhokê 257, li Helepçeyê 28, bi temamî 5 hezar û 941 sindoq wê bên danîn.

Bi verastkirina lîsteya nû 3 milyon û 85 hezar û 461 welatî wê deng bidin.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 10:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE