Hilbijartina li Israîlê

Him Netanyahû him jî Gantz dibêje min qezenc kiriye

Hilbijartina li Israîlê

Hilbijartina pêşwext a isrîlê xilas bû. Li gorî agahiyên ewil, di hilbijartinê de tu partî bi ser neketiye. Sekreterê giştî yê tevgera rizgariya filistînê saîb ûreyqat derbarê encamên hilbijartinê de got: partiyên ku çareseriya du dewletî dixwazin di hilbijartinê de têk çûn.

Partiya Lîkud a Serokwezîr Netanyahû û Îtifaqa Şîn û Spî di hilbijartinê de nêzî hev deng girtin.

Lêbelê herdu alî jî dibêjin me qezenc kiriye.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Rizgariya Filistînê Saîb Ûreyqat got: “Dengdêrên Israîlê, piştgirî nedan partiyên ku çareseriya du dewletî dixwazin.

Ûreyqat diyar kir ku: “Pirraniya dengdêran ray dan partiyên nijadperest.

Piştî Lijneya Hilbijartinê ya Israîlê encamên teqez eşkere bike wê rewşa partiyan diyar bibe.

Di meclisa Israîlê de 120 kursî hene.

Ji bo avakirina hikûmetê jî divê 61 kursî bên girtin.

Tê ragihandin, li gorî encaman, herdu partî jî nikarin bi serê xwe hikûmetê ava bikin, ji bo avakirina hikûmetê divê herdu alî koalîsyonê bikin.A

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE