Him hunermend him mamoste him jî şagirt e

Gulistana 24 salî wêneyan xêz dike, şagirtan fêr dike û bi xwe jî xwendekar e...

Him hunermend him mamoste him jî şagirt e

Gulistan Bozoya 24 salî ji bajarê Efrînê ye. Ew hunermenda wênexêziyê ye. Lê him mamostetiya wênexêziyê dike, him jî li zanîngehê xwendekar e. Bi pênûs û rengan di dilê her kesî de hezkirina zanebûnê diçîne.

Gulistan Bozo 24 salî ye û yek ji wan hunermendên Efrînê ye.

Bi piştgiriya bavê xwe û youtubê fêrî hunera xêzkirinê bû.

Gulistan, li Navenda Çand û Hunerê ya Anadolê mamoste ye.Şagirtan fêrî hunera xêzkirina wêneyan dike.

Ciwana 24 salî him hunera xwe didomîne, him mamostetiyê dike, him jî li zanîngehê xwendekar e.

Gulistan li malê roja xwe bi xêzkirina wêneyan derbas dike.

Xeyala wê ew e ku rojekê hunermendên li herêmê bicivîne û nîşanî her kesî bide ku Efrîn warê huner û aştiyê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE