Hinarên Efrînê tên berhevkirin

Cotkar dixwazin hinarên xwe bi riyeke ewle bifroşin welatên din

Hinarên Efrînê tên berhevkirin

Çiyayê Kurmênc bi zeytûn û hinarên xwe gelekî navdar e. Niha li efrînê dema berhevkirina hinaran e. Cotkarên efrînî dest bi komkirina hinaran kir, lê ji ber ku riya Iraqê girtî ye, ew nizanin ka wê hinarên xwe çawa bifroşin.

Her darek nêzî 150 kîlo hinar digre.

Rojê herî kêm 300 qase hinar tên berhevkirin.

Li Efrînê zêdetirî deh milyonan darên hinaran hene.

Efrînî hinarên xwe ji daran dikin û dixin bin sabûran da ku xera nebin.

Bi vî awayî ew ê bikaribin zivistanê jî hinarên xwe bifroşin.

Hinarên Efrînê berê herî zêde dişandin Iraqê lê îsal ji ber ku bazirgan kêm bûn îxracat jî daket.

Cotkar dixwazin hinarên xwe bi riyeke ewle bifroşin welatên din.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE