Hindistanê statuya taybet a Cemû Keşmîrê betal kir

Herdu aliyan jî di axaftinê da ji bo çareserkirina pirsgirêkan bal kişandin ser girîngiya îstiqrar, ewlehî, aştî, şertên cînartiyê û hiqûqa navneteweyî.

Hindistanê statuya taybet a Cemû Keşmîrê betal kir

 Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê bi Hemîd bîn Îsa Al Xelîfeyê Qralê Behreynê ra li ser têlefonê axivî û ji bo careseriya pirsgirêkên Keşmîrê bal kişand ser girîngiya îstiqrar, ewlehî, aştî, şertên cînartiyê û hiqûqa navneteweyî.

Li gor xebera BNAya ajansa fermî ya Behreynê, Xan bi têlefonê li Al Xelîfe geriya der barê geşedanên dawîn ên li ser Camû Keşmîra Hindistan kontrol dike da agahî da.

Herdu aliyan jî di axaftinê da ji bo çareserkirina pirsgirêkan bal kişandin ser girîngiya îstiqrar, ewlehî, aştî, şertên cînartiyê û hiqûqa navneteweyî.

Hindistanê statuya taybet a Cemû Keşmîrê betal kir

Hindistanê roja duşemê xala 370î ya Qanûna Bingehîn a 50 sal e statuya cuda dide Camû Keşmîrê betal kir û taybetiya herêmê rakir.

Pakistana bi eşkerêtî diyar kiribû ku vê biryarê şermezar dike biryar da ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Hindistanê ra daxe asta herî kêm û ji Hindistanê xwestibû ku bira balyozê xwe yê Îslamabadê vekişîne.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE