Li welêt ji ber hişkayî û kêmasiya avê di qada çandiniyê da ji sedî 50yî zirar çêbû.
Alîkarê Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Mehdî Qeysî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Li welêt qada çandiniyê ji ber hişkayî û kêmbûna dahata avê di heyama havînê da ji sedî 50 zirar dît."
Qeysî destnîşan kir ku ev kêmasiya pêk hatiye wê li ser plan û bernameyên wezaretê ku ji bo heyama zivistanê li serê dixebite wê tesîreke neyînî bike û wiha pê da çû: "Ev zirara ku di heyama havînê da qewimî zivistanê wê bibe sedema kêmbûna zeviyên ajotî."
Li Iraqê ji ber ku di mehên zivistanê da barîn kêm bûbû û tevlî wê jî qeyrana avê dest pê kiribû di hezîrana borî da ajotina 8 berên wekî pembû, birinc û gilgil jî di nav da ku av hewce dike hatibûn qedexekirin.
AA