HKI amadekariya vekirina mizgeftan ji îbadetê re dike

Piştî daxuyaniya wezaretê li mizgeftên parêzgehê Silêmaniya xebatên dezenfektanê yên ji bo îbadeta bi komî, destpê kirin.

HKI amadekariya vekirina mizgeftan ji îbadetê re dike

Ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat ragihandin ku mizgeftên ku di çarçoveya rênimayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de ji îbadetan re hatibûn girtin, tê plankirin ku piştî 11ê gulanê bên vekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Ewqaf û Karûbarê Ayînî ya HKIyê de hat destnîşankirin ku heke Lijneya Têkoşîna Dijî Vîrusa Koronayê di warê şert û mercên tendirustiyê de pesend bike dê mizgeftên li herêma Kurdistanê piştî 11ê gulanê roja duşembê ji îbadetê re bên vekirin.

Piştî daxuyaniya wezaretê li mizgeftên parêzgehê Silêmaniya xebatên dezenfektanê yên ji bo îbadeta bi komî, destpê kirin.

Beyan Ebdurrehîma ku rayedareke ekîba dezenfektanê ye li Silêmaniyê ragihand ku ji aliyê Rêveberiya Tendirustiya Parêzgehê ve 10 ekîb hatine wezîfedarkirin û li 275 mizgeftên li navsînorên parêzgehê destb bi xebatên dezenfektanê kirine.

Beyan Ebdurrehîmê anî ziman ku heke şert û merc guncav bibin, dibe ku ji ber meha remezanê berî roja duşembê mizgeft bên vekirin.

Hikûmeta HKIyê 4ê adarê bi sedema şewba Kovî-19ê heta fermaneke duyemîn li hemû mizgeft û dêrên herêmê îbadetên bi komî dabûn sekinandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE