Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HWR) diyar kir ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nahêle ku 4 hezar û 200 Erebên Sunî vegerin gundên xwe yên li rojhilatê Mûsilê.
Li gor rapora ku rêxistinê weşand rayedarên HKIyê nahêlin ku 4 hezar û 200 Erebên sunî yên ku ji ber pevçûnên bi DEAŞa rêxistina terorê ra malên xwe terikandin û xwe sipartin konbajêran vegerên herêmên xwe.
Di raporê da hat destnîşankirin kesên nikarin ku vegerin malên xwe piranî ji navçeya Hemdaniyeya li rojhilatê Mûsilê ne û hat gotin ku "Hemdaniye 3 sal berê ji destê DEAŞê hat xilaskirin digel vê rayedarên HKIyê tenê destûrê didin Kurdan û niştecihên Ereb ên ku têkiliyên bi wan ra baş in. Ev binpêkirina mafên mirovan ên navneteweyî ye."
Di raporê da cî dan axaftina Dîrektora Rojhilata Navîn a HRWyê Lama Fakîhê. Fakîhê got "HKI bêyî ku hinceteke qanûnî hebe nahêle ku bi hezaran gundiyên Ereb vegerin malên xwe. Y rast HKi destûrê dide ku Kurd û niştecihên ku têkiliyan baş in biçin malên xwe gundiyên din jî bi awayekî şaş tên cezakirin."
Di raporê da qala wan sedeman kirin ka HKI çima destûrê vegeran nade û wiha hat gotin:
"Fermanderekî Pêşmergeyan ê payebilind di hevdîtina bi rayedarên alîkariya mirovî ya di tîrmeha 2018an da xetereya mayînên li gundên li ser Hemdaniyeyê û xetereya cebilxaneyên nehatine îmhekirin destnîşan kir. Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistina Navneteweyî yê HKIyê Dîndar Zebarî jî dîsa di e-postaya ku şand HRWyê da qala mayînan û cebilxaneyên nehatine îmhekirin kir. Lêbelê ev endişe wekî sedem nayê dîtin ku HKI nahêle malbat vegerin gundên xwe."AA