"HKI hêvî dike ku bi Tirkiyeyê ra têkilî xurt bibin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî: "HKI hêvî dike ku bi Tirkiyeyê ra têkilî xurt bibin.Tirkiye di demên dijwar da ligel gelê HKIyê û hikûmeta wê ye"

"HKI hêvî dike ku bi Tirkiyeyê ra têkilî xurt bibin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew hêvî dike ku têkiliyên HKI û Tirkiyeyê xurt bibin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Barzanî hat dayîn, Wezîrê Karên Derva di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da hat Hewlêrê û li avahiya Serokwezîriya HKIyê bi Barzanî ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê da herdu alî li ser têkiliyên dualî, têkoşîna tehdîda terorê û mijara Kerkûkê sekinîn. Her wiha herdu alî li ser zêdekirina bazirganiyê û vekirina deriyên sînor ên nû jî sekinîn.

Barzanî di hevdîtinê da got ku Tirkiye di demên dijwar da ligel gelê HKIyê û hikûmeta wê ye û wiha hat gotin: "HKI hêvî dike ku bi Tirkiyeyê ra têkilî xurt bibin."

Ji aliyekî din va hat destnîşankirin ku têkiliyên bi Tirkiyeyê ra girîng û stratejîk e.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî ji bo ku HKIyê ziyaret dike, kêfxweş bûye û diyar kiriye ku Tirkiyeyê di demên dijwar da pişta xwe nedaye HKIyê.

Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Hewlêrê da bi Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî, bi Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê Mesrûr Barzanî, bi Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubat Talabanî û nûnerên siyasî yên Tirkmen ra hevdîtin kiribûn.

Çavuşoglu duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, hevkarê xwe Mihemed Elî el-Hekîm, Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Helbûsî û parlamenterên Tirkmen ra hevdîtin kiribû. Wezîr Çavuşoglu paşê li Besrayê bi Walî Esad el-Îdanî ra jî hevdîtin kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 12:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE