HKI: Kesên ku Kurdên Iraqî dişînin Ewropayê dixwazin li herêmê aloziyê derxin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cotyar Adil:Kesên ku Kurdên Iraqî dişînin Ewropayê dixwazin li herêmê aloziyê derxin

HKI: Kesên ku Kurdên Iraqî dişînin Ewropayê dixwazin li herêmê aloziyê derxin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cotyar Adil diyar kir, hinek dixwazin Kurdên Iraqê mecbûr bikin ku koçî Ewropayê bikin da ku di navbera gelê herêmê da alozî û tevliheviyê derxin.

Berdevkê Hikûmeta HKIyê Adil der barê Kurdên Iraqî yên ku seba çûyîna Ewropayê welatê xwe terk dikin da daxuyaniya nivîskî da nûçegihanê AAyê.

Adil daxuyand, der barê jimara Kurdên ku ji HKIyê çûne û li ser sînorê Belarûs û Polonyayê sekinîne da di destê wan da daneyeke teqez tuneye.

Adil got, "Mixabin li hin alî dixwazin van merivan bişînin Ewropayê û di navbera gelê Herêma Kurdistanê da alozî û tevliheviyê derxin." û her wiha daxuyand, grubên qaçaxcî yên ku rê didin ber da ku ev meriv têkevin Ewropayê jî hene.

Rayedarê HKIyê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Ji avabûna hikûmetê heta niha me 120 hezarî zêdetir meriv kirin kar û ji bo feydeya gelê Herêma Kurdistanê em zêdetir firsendên kar didin welatiyan, projeyên veberhênanê dixin rewacê û xizmetê dikin."

HKI: PKK Kurdên koçî Belarûsê dikin ji bo reşkirina HKIyê bi kar tîne

Konseya Ewlehiyê ya HKIyê di 14ê mijdarê da daxuyanî dabû û daxuyandibû ku Kurdên koçî Belarûsê dikin ji hêla PKKya rêxistina terorê û qaçaxçiyan va ji bo reşkirina HKIyê tên bikaranîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Konseyê da hatibû gotin ku komek welatiyên HKIyê ji bo heqê penaberiyê bi dest bixin çûne Belarûsê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lê ji wan hinek ji bo ku ji wir jî bigihêjin welatên ku dixwazin herin ji hêla PKK, qaçaxçî, şirketên turîzmê û tucarên siyasetê va ji bo hincetan û reşkirina Kurdistanê hatin bikaranîn."

Hatibû gotin HKI ji bo jiyaneke azad cihekî ewle ye û ji ber vê jî ji herêmên cuda ên Iraqê, welatên cînar û biyaniyan gelek kes tên herêma Kurdan ku li vir jiyaneke baştir bijîn û daxuyaniyê wiha dewam kiribû: "Tu kes ji Kurdistanê ji bo pirsgirêka siyasî yan jî sînordarkirina azadiyê mecbur nemaye ku koç bike."

Aktîvîst û siyasetmedarên muxalif dibêjin di hefteyên dawîn da hejmara Kurdên diçin Belarûsê û dixwazin ji wir jî koçî Ewropayê bikin zêde dibe ku ew ji ber şert û mercên jiyanê yên nebaş û sînordarkirina azadiyan koç dikin.

Kurdên koç dikin ku herin Ewropayê li ser sînorê Belarûs-Polonyayê di herêma daristanekê da bendê ne ku bikaribin ji sînor derbas bibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE