HKI wê 100 milyon dolar deynê xwe bide

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku ew ê 100 milyon dolar deynê xwe yê 4 salan yê şirketan bide.

HKI wê 100 milyon dolar deynê xwe bide

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku ew ê 100 milyon dolar deynê xwe yê 4 salan yê şirketan bide.

Rêbaz Hemlanê Wezîrê Aboriyê yê HKIyê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku hikûmetê bi saya dahata ji îxracata petrolê qezenc kir va 100 milyon dolar deynê xwe bide.

Hemlan diyar kir ku li ser telîmata Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar hat dayîn, pereyê di çavdêriya Wezareta Pîlansazî û Aboriyê da were dayîn.

Hemlan got ku di sala 2014an da ji ber kirîza aboriyê rojên zor derbas kirin, di demeke kin da ev rojan jî ew ê xilas bibin.

Di daxuyaniyê da nehat eşkerekirin ku çiqas deynê wan ji şirketan ra heye.

Gelek şirketên Tirkiyeyê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin û gelek projeyên girîng yên çêkirine jî hene.

- Krîza aboriyê ya li Herêma Kurdistanê

Rêveberiya Hewlêrê di gulana 2014an da bêyî Bexdayê bi serê xwe dest bi îxraca petrolê kiribû, li ser vê Nurî Malikiyê Serokwezîrê Iraqê yê wê çaxê biryar dabû ku bi budçeya ji sedî 17 a HKIyê va mehaneya karmendên li herêmê nede.

Herêma Kurdistanê petrol îxrac kiribû lêbelê mehaneya karmendên li herêmê hatibû birîn û paşê DEAŞa rêxistina terorê derketibû holê û bihayê petrolê gelekî daketibû li ser vê jî krîz çêbibû.

Li ser krîza aboriyê gelek şirketên li herêmê ji ber ku pere nesitandibûn xebatên xwe dabûn sekinandin û bi hezaran proje wisa mabûn.

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê jî di sala 2017an da ji bo ku mehaneya hin karmendan bi pergal were dayîn dest pê kiribû budçe şandibû herêmê.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2018, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE