HKIyê berteka xwe ya ji ber êrîşê bi fermî nîşanî Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê da

Piştî êrîşê Wezareta Karên Derva yê Iraqê bertek nîşanî Balyozê Bexdayê yê Îranê Îrec Mescidî dabû.

HKIyê berteka xwe ya ji ber êrîşê bi fermî nîşanî Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê da

Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber êrîşa moşekan ên dijî Hewlêrê ya ku Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê berpirsyarî hildabû ser xwe Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê Nesrullah Reşnûdî gazî Serokatiya Daîreya Karên Derva ya HKIyê kir.

Serokatiya Daîreya Karên Derva ya HKIyê der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo berteka Herêma Kurdistanê ji rayedarên Komara Îslamê ya Îranê ra bi fermî bê nîşandan wan Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê gazî Serokatiya Daîreya Karên Derva ya HKIyê kir.

Hat gotin zirara ku çêbûye, tirsa gel a ji ber êrîşê çêbûye, berteka gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmî ji rayedaran ra hat behskirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bilî ku ev êrîş bi tundî bê şermezarkirin em dîsa destnîşan dikin ku ji hêla Komara Îslamê ya Îranê va ev êrîş careke din divê neyên kirin. Divê rêz li ber desthilatiya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê bê nîşandan. Lewra ev êrîş dijî heqên cînartiyê û têkiliyên di navbera welatan û dostaniya wan e."

Iraqê bertek nîşanî Balyozê Îranê dabû

Piştî êrîşê Wezareta Karên Derva yê Iraqê bertek nîşanî Balyozê Bexdayê yê Îranê Îrec Mescidî dabû.

Li gor nûçeya INAyê Wezareta Karên Derva yê Iraqê Mescidî gazî wezaretê kiribû û ji ber êrîşên dijî Hewlêrê nivîseke bertekê dabû wî.

Çi bûbû?

Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 13ê adarê da daxuyandibû ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê hat kirin.

Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî dabû.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hatiye.

Hatibû gotin êrîş şev di saet 01.00î da hatiye kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ye.

Parêzvanên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşa dijî Hewlêrê hildabû ser xwe û di daxuyaniya xwe da gotibû Îsraîl di demên dawîn da li herêmê êrîşan dike û ji ber vê navendeke Îsraîlê bi moşekan va hatiye bombekirin.

HKIyê jî gotibû êrîşên Îranê dubare dibin, ji ber ku civaka navneteweyî bê deng dimîne rê li ber van êrîşan vedibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE