HKIyê Deriyê Sînorî yê Başmaxê girt

HKIyê ji ber derbasbûna neqanûnî ya Îraniyan Deriyê Sînorî yê Başmaxê girt

HKIyê Deriyê Sînorî yê Başmaxê girt

Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber bêpasaport derbasbûna Îraniyan, bi mebesta pêşîlêgirtina pêleke din a mûrîdên terîqetê, biryara bo rojekê girtina Deriyê Sînorî yê Başmaxê da.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Başamxê Albay Merîwan Qeredaxî di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de bibîr xist ku hinek Îraniyên endamê terîqeta Qadirî bi mebesta beşdarbûna merasima cenazeyê ya Şêx Mihemed Kesnezanî girtibûn ser deriyê sînorî.

Qeredaxî anî ziman ku hinek ji welatiyên Îranê bê pasaport bi awayekî neqanûnî sînor derbas kirine ji ber vê fermana Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî biryar hat dayîn ku heta 24 saetan deriyê sînorî bê girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE