"HKIyê ji bo bîrên neftê yên nû veberhênanan kir"

HKI: Biryara "dahatên neftê" ya Mehkemeya Federal dikare dahatûya Iraqê bike nav rewşeke bitalûke

"HKIyê ji bo bîrên neftê yên nû veberhênanan kir"

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cotyar Adil ji bo biryara Mehkemeya Federal a Bilind ya Iraqê ya dibêje "qanûna neft û xazê ya HKIyê dijî qanûna bingehîn a rêvebiriya navendî ye" got ji hêla demê va ev biryareke siyasî ye û çawa ku berjewendiyên HKIyê tên piştguhkirin her wisa dahatûya Iraqê jî tê piştguhkirin.

Adil der barê biryara Mehkemeya Federal a Bilind ya Iraqê ya dibêje dahatên neftê yên ji ber îxracê hatine bidestxistin divê teslîmî rêvebiriya navendî bê kirin da daxuyanî da.

Berdevk Adil anî ziman mehkeme ji ber ku li welêt saziya darazê ya herî bilind e ji hêla teknîkî va rêya îtirazê ji bo vê biryarê girtî ye û wiha axivî: "Lê dîsa jî em wek hikûmeta HKIyê biryara mehkemeyê qebûl nakin. Ev ji bo me rewşeke nikare bê qebûlkirin e, lê em der barê mijarê da bi hikûmeta Iraqê ra mizakereyên xwe didomînin."

Adil anî ziman ev tu bingeheke vê biryarê ya qanûna bingehîn tune û rayeyên HKIyê yên qanûna bingehîn dide bi vê biryarê va hatine piştguhkirin.

 "Pêşnûmaya hevpar ya ku me amade kiribû hat guherandin"

Adil got mijara neft û xazê pir tevlihev e û wiha dewam kir: "Di sibata 2007an da me bi hikûmeta Bexdayê ra pêşnûmaya neft û xaza siruştî ya Iraqê amade kir. Lê hikûmeta Iraqê paşê vê pêşnûmayê bi awayekî yekalî ji nû va amade kir û mafên qanûna bingehîn yên HKIyê tune hatin hesbibandin. Peymana me ya der barê mijarê da neket rewacê û pêşnûmaya hevpar ya ku me amade kiribû hat guherandin. Madeyên 110, 111 û 112emîn ên Qanûna Bingehîn a Iraqê bi eşkere behsa diyarkirina siyaset û rêbazên neft û xaza sirûştî ya hikûmetên Iraq û HKIyê dike. Ev raye ne tenê ya hikûmeta Iraqê ye, ji bo her du hikûmetan e. Di Qanûna Bingehîn da jî ev rayeya hevpar hatiye diyarkirin."

"HKIyê ji bo bîrên neftê yên nû veberhênanan kir"

Adil bi bîr xist ku di heyama Serokwezîrê Iraqê yê berê Nurî Malikî da wan li hev kiribû ku heta qanûna neft û xaza sirûştî derkeve her du alî jî dikarin di qada neft û xazê da veberhênanan bikin û wiha axivî: "Ji ber vê jî hukûmeta HKIyê mueyîde danî ser bîrên neftê yên nû û wan çêtir kir. Di qanûna bingehîn da tê gotin ku Iraq dikare bîrên heyî çêtir bike, lê qala bîrên nû nake."

Adil destnîşan kir ku ew bi şirketên li neftê digerin ra bi şirîkatî dixebitin û wiha domand: "Mesref ji alî wan şirketan va tê dayîn. Di vê çarçoveyê da heke bîrên nû bên keşifkirin jî ev şirket jê neftê derdixin. Di peymanên navbera HKi û wan şirketên neftê da bi vî rengî tên îmzekirin."

"Ev doza 10 sale tê taloqkirin çima di vê heyamê da biryar tê dayîn?"

Adil destnîşan kir ku ew biryara dadgehê ya der heqê neft û xaza sirûştî ya li HKIyê da ji alî wextê va bi taybetî biryareke iyasî dihesibînin.

Berdevkê hikûmetê wiha got: "Ev doz ji sala 2021an vir va li dadgehê tê qisekirin. Ev doza ku 10 sale tê taloqkirin çima di vê heyamê da biryara wê didin? Bêguman çend sedemên vê hene û ji wan çend jî alî siyasî ne. Di vê biryarê da berjewendiyên HKIyê nehatine parastin û guh nedane pêşeroja Iraqê jî. Lewra bi vê yekê xwestine rê nîşanî siyasetê bidin. Ez wisa difikirim ku ev biryara ji alî Mehkemeya Federal va hatiye dayîn wê pêşeroja Iraqê jî bike talûkeyê."

"Em li ser soz û peymanên xwe ne ku me daye şirketên neftê û welatan"

Adil destnîşan kir ku ew berê jî li hember qanûna Mehkemeya Federal derketin û ragihand ku heke Iraq bi tifaqa hemû aliyan va neyê birêvebirin ev yek wê li ser "hebûnên cihê" talûke be.

Di berdewamiya axaftina xwe da Adil got: "Em li ser soz û peymanên xwe ne ku me daye welat û şirketên neftê. Li ser sozê xwe sekinîn ji bo me mihîm e û baweriya me bi siyaseta em dimeşînin jî heye."

Biryara Mehkemeya Federal a Bilind ya Iraqê

Mehkemeya Federal a Bilind ya Iraqê di biryara xwe ya 15ê Sibatê da got: "Qanûna xaz û neftê ya li HKIyê dijî qanûna bingehîn a rêveberiya federalê (Bexda) ye û qanûnî nîne."

Di biryarê da hat gotin ku lazime HKI dahata ji neftê qezenc dike teslîmî Wezareta Neftê ya rêveberiya navendî bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE