HKIyê piştgirî da hikûmeta Iraqê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrur Barzani got ku ew di mijara çalakiyan da piştgiriyê didine hikûmeta Iraqê.

HKIyê piştgirî da hikûmeta Iraqê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrur Barzanî got ku ew di mijara çalakiyan da piştgiriyê didine hikûmeta Iraqê. 

Lijneya Wezaretên HKIyê li ser geşedanên dawî yên ku li Sûriye û Iraqê diqewimin civînek li dar xist. 

Der barê civînê da ji lijneyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrur Barzanî got ku ew piştgirî didine hikûmeta Iraqê û wiha axivî:

"Em daxwazên çalakvanan fêm dikin û mafên wan yên qanûnî jî qebûl dikin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkê piştgiriyê didin hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdulmehdî."

Hikûmeta Iraqê ji bo daxwaza gel 6 û 9ê cotmehê hin biryar dabûn. 

Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetguzariya hikûmetê" xwepêşandan tên kirin. Ji 1ê Cotmehê pê va heta niha 110 mirin û ji 6 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE