Hûsî wê ji bajarê Hudeydeyê vekişin

Ji endamê lijneya Hûsiyan Cema Amîrê ku li Swêdê beşdarî mizakereyên Yêmenê bû:"Hemû teref wê di bi kontrola komîteya Neteweyên Yekbûyî da wê ji bajarê Hudeydeyê vekişin. Hemû aliyan ji bo îlankirina agirbesteke bilez jî li hev kir"

Hûsî wê ji bajarê Hudeydeyê vekişin

Ji endamê lijneya Hûsiyan Cema Amîrê ku li Swêdê beşdarî mizakereyên Yêmenê bibû got ku di hemû teref wê ji bajarê Hudeydeyê vekişin.

Cemal Amîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got: "Hemû teref wê di bi kontrola komîteya Neteweyên Yekbûyî da wê ji bajarê Hudeydeyê vekişin. Hemû aliyan ji bo îlankirina agirbesteke bilez jî li hev kir."

Amîr got ku lijneya Hûsiyan daxwaza Neteweyên Yekbûyî ya ji bo kontolkirina bêndergehên Hudeydeyê û ên din jî qebûl kirine. Amîr wiha axivî:

"Herdu aliyan ji bo vekirina balafirgehê jî li hev kir. Li gor vê hemû balafirên Yêmenê wê di bin çavderiya kontrola teknîkî ya Neteweyên Yekbûyî da bin."

Amîr got ku peymanên Neteweyên Yekbûyî yên ku pêşniyazî hikûmetê kirine hemû hatine redkirin. Amîr diyar kir ku Martin Griffithsê Nûnerê Taybet ê NYyê ji bo tesdîqkirina peymanan wê bi hikûmeta Yêmenê re biaxive.

Neteweyên Yekbûyî li Swêdê ji terefên siyasî yên Yêmenî ra Hudeyde, Taîz, Banqeya Navendî û Balafirgeha Sanayê jî di nav de bi tevahî ji bo çareserkirina 5 pirgirêkên sereke pêşnumayên peymanê pêşkêş kiribûn.

Di hevdîtinên duh da terefan ji bo îadeya 16 êsîran li hev kiribûn.

Civînên Îstişarekirinên li ser Yêmenê di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî da 6ê kanûnê li Stockholma paytexta Swêdê dest pê kiribû.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE