Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk êrîşî Erebistana Siûdî kir

Li Yêmenê Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk êrîşî navenda operasyonên hevpar a li herêma Cazanê ya ku hêzên koalîsyona Erebistana Siûdî pêşengê wê ye dike kir

Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk êrîşî Erebistana Siûdî kir

Li Yêmenê Hûsiyan bi fuzeyên balîstîk êrîşî navenda operasyonên hevpar a li herêma Cazanê ku ya hêzên koalîsyonê kir.

Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniya nivîskî da û got ku wan bi fuzeyên balîstîk êrîşî navenda operasyonê ya li Samtaya bajarê Cazanê kir ku dikeve başûrê Erebistana Siûdî. 

Serî diyar kir ku fermandar jî di nav da gelek kes di êrîşê da mirin. Hêzên koalîsyonê der heqê mijarê da daxuyanî neda.

Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytext Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê. 

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE