Hûsiyan bi moşekê êrîşî balafirgeha li Erebistana Siûdî kir

Hûsiyên li Yêmenê li başûrê Erebistana Siûdî bi moşekê êrîşî Balafirgeha Abhayê ya Navneteweyî kir.

Hûsiyan bi moşekê êrîşî balafirgeha li Erebistana Siûdî kir

Hûsiyên li Yêmenê li başûrê Erebistana Siûdî bi moşekê êrîşî Balafirgeha Abhayê ya Navneteweyî kir.

Yehya Seriyê berdevkê eskerî yê Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan di daxuyaniya xwe ya ku di çapemeniya Yêmenê da derket diyar kir bi moşekê êrîşî Balafirgeha Abhayê ya Navneteweyî kirine.

Serî diyar kir aprona ku navenda operasyona hevbeş ya hêzên koalîsyonê û balafirên şer lê bûn ji xwe ra kirine hedef.

Yehya Serî destnîşan kir ji ber êrîşê seferên li balafirgehê hatine betalkirin.

Erebistana Siûdî êrîş piştrast kir

Turkî el-Malikiyê berdevkê hêzên koalîsyonê daxuyanî da SPAya ajansa nûçeyan ya Erebistana Siûdî û got ku roja Çarşemê êvarê dereng moşekek li Balafirgeha Abhayê ya Navneteweyî ket.

Malikî destnîşan kir ku ji ber êrîşê kes nemiriye.

Hûsiyên Yêmenê di demên dawîn da ji xeynî moşekan bi ÎHAyan di serî da balafirgehên Cazan û Abhayê êrîşî gelek herêman dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE