Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Yêmenê Hûsiyan qebûl kir ku ji Hudeyde û Salîfa bajarên bênderê û bêndera Ras-Îssayê vekişin.
Di daxuyaniya Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NYyê da hat destnîşankirin Hûsiyan biryar dan ku bi yekalî ji bênderên Hudeyde, Salîf û Ra-Îssayê vekişin.
Hat ragihandin ku ew ê di çavdêriya NYyê da di 11ê gulanê da dest pê bikin vekişin û di 14ê gulanê da vekişînê temam bikin û ji ber vê biyarê kêfxweş in.
Hema bêje ji sedî 90ê xurekê û ji sedî 80yê amûrên alîkariya mirovahiyê ji Bêndera Hudeydeyê ra dikeve Yêmenê ji ber vê jî ji bo gel zehf girîng e.
- Peymana Stockholmê
Aliyên li Yêmenê di navbera 6-13ê berfanbara 2018an da di hîmayeya NYyê da li Stockholma paytextê Swêdê civiyabûn, di mijarên guherandina hêsîran, Agirbesta Hudeydeyê, bênder û bajarê Taîzê da peyman îmze kiribûn.
Peymana agirbestê ya Hudeydeyê ewê dewam bike û aliyên şer dikin hê li ser vekişîna ji bajêr, giherandina hêsîran û hin xalên din hevdîtinan didomînin.
Li Yêmena ku demeke dirêj e lê bêîstiqrariya siyasî dewam dike Hûsiyan di îlona 2014an da Sanaya paytext û hin herêmên din zeft kiribûn.
Koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.AA