Lİ Çemçemala Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, jineke navsale, ev 50 sal in tenûran çêdike. Navê wê Şîrîn Osman e û hosteyeke mezin e. Şîrîn Xanim, tenûrên ji heriya sor çêdike û difiroşe. Zilamê wê jî her tim aliyê wê dike.
Tenûr di çanda Kurdan de ciheke mezin digire.
Li herêmê gelek kes bi çêkirina tenûran debara xwe dikin. Yek ji wan jî Şîrîn Osman Xanim e...
Ew li bajarê Çemçemalê dijî. Ev navçe bi ser Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ve ye.
Şîrîn Osman xanim, ev 50 sal in tenûran çêdike û difiroşe.
Şîrîn xanim ji heriya sor, ji xeynî tenûran jî berhemên gelek xweşik çêdike.
Ew dibêje ku ji bajarên din ên herêmê jî gelek kes tên û ji xwe re berhemên ji heriyê dikirin û dibin.