Hûsiyan operasyonên deryayî rawestandin

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşê ya girêdayî Hûsiyan Mihemed Elî el-Hûsî diyar kir ku heger ji hêzên hevpeymanê bersiveke erênî were ew dikarin agirbesta yekalî ku wê du hefteyan biajo, dirêj bikin.

Hûsiyan operasyonên deryayî rawestandin

Li Yêmenê Hûsiyan ragihand ku wan ji bo du hefteyan "opreasyonên eskerî yên deryayî" rawestandin.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşê ya girêdayî Hûsiyan Mihemed Elî el-Hûsî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir, biryara "rawestandin operasyonên eskerî yên deryayî" ji bo du hefteyan e.

Hûsiyan di daxuyaniya xwe da wiha got, "Agirbesta ku îşev di saet 00.00an da (şeva çûyî) dest pê kir, dê heya 15ê tebaxê roja çarşemê saet 00.00an dewam bike. Lêbelê heger ji hêzên hevpeymanê bersiveke erênî were em dikarin vê maweyê dirêj bikin."

Mihemed Elî el-Hûsî di daxuyaniya xwe ya pêr da jî destnîşan kiribû ku wan hewldana "rawestandina operasyonên eskerî yên deryayî" yên ji bo maweyeke destnîşankirî da destpêkirin û wiha gotibû, "Heger hêzên hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da erê bikin û gaveke wiha biavêjin, ev hewldan dê belayî hemû eniyan bibe."

Rêveberiya meşrû ya li Yêmenê der heqê mijarê da hê tu daxuyanî nedaye.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 11:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE