Hîva Sor a Tirkiyeyê li Til Ebyadê klînîka mobîl vekir

Hîva Sor a Tirkiyeyê li Til Ebyada di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji terorê hat paqijkirin klînîka mobîl a di rojê da xizmetê dide 500 kesî vekir.

Di daxuyaniya Hîva Sor a Tirkiyeyê da hat destnîşankirin ku ji bo hewcedarên li Til Ebyadê alîkariya xurek, hijyen û amûrên din didomînin û wekî mayîn jî klînîka mobîl vekirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di klînîka mobîl da yekeyên daxiliye, radyolojî, nexweşiyên zarokan û laboratuvarê hene, di klînîkê da 16 hekîmên pispor ew ê xizmetê bikin û di rojê da dermankirin û testên 500 nexweşî werin kirin.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku klînîka mobîl li hewşa Nexweşxaneya Til Ebyadê dest bi xizmetê kir û li gor hewcedariyê dikarin ciyê wê biguherînin.

Hat ragihandin ku tedîlat û temîrata nexweşxaneya li herêmê ya terorîstan zirar dabûnê dewam dike.

Til Ebyad di 13ê cotmehê da bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorîstan hatibû paqijkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE