Hêza ku Rejîma Esed sewqî dorberê Îdlibê dike

Hat ragihandi ku piraniya hêzên hatin sewqkirin ji komên terorîst ên biyanî yên di piştgiriya Îranê da pêk tên û bi qadî 10 hezar kesî ne.

Hêza ku Rejîma Esed sewqî dorberê Îdlibê dike

Hat ragihandin ku rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê hêzên teqwiye sewqî dorberê Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê dike.

Nacî Mistefayê Berdevkê Eniya Rizgarkirina Neteweyî ya ji şaxên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku van rojên dawîn li herêma rejima Esed qerebalixiyekê dibînin.

Mistefa wiha axivî: "Li gor ya ku em dibînin rejima Esed hêzên milîs sewqî dora Îdlibê, xetên eniyên li Lazqiye û Hemayê dike. Wekî Eniya Rijzgarkirina Neteweyî ji bo êrîşên rejimê amade ne.

Hat ragihandi ku piraniya hêzên hatin sewqkirin ji komên terorîst ên biyanî yên di piştgiriya Îranê da pêk tên û bi qadî 10 hezar kesî ne.

Hat destnîşankirin ku komên ji Reqa, Dêrazorê, Hums û Kalamûna nêzî sînorê Libnanê hatin anîn li xetên pevçûnê yên li Xelfeya û Zelekiyata Hemayê, Kînsîbeya gundê li Çiyayê Kurmênc ê li Lazqiyeyê, başûr û rojavayê Helebê û rojhilatê Îdlibê hatin bicîkirin.

Rejim û komên teorîst ên biyanî yê di pişgritiya Îranê da ji 3 aliyan Îdliba Herêma Kêmkirina Regaşoyê pêçane. 120 hezar terorîstên biyanî li 232 ciyên herêmê tên dîtin Terorîst gelek caran agirbestê binpê dikin.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE