"Hêzên Amerika û Avrupayê di ewlehiyê da nînin"

"Em naxwazin li herêmê pirsgirêka ewlehiyê biqewime. Ji vê herêmê bi aqil û bê şer biçin. Îro eskerên Amerikayê di ewlehiyê da nînin. Sibê dibe ku eskerên Avrupayê jî di ewlehiyê da nebin. Werin em vegerin ser peymana nukleerê"

"Hêzên Amerika û Avrupayê di ewlehiyê da nînin"

Serokkomarê İranê Hesen Rûhanî di tehdîta xwe da got: "Hêzên Amerİka û Avrupayê di ewlehiyê da nînin."

Li gor têlevizyona dewleta İranê Rûhanî li paytext Tahranê di civîna wezîran da axivî û got: "Em naxwazin li herêmê pirsgirêka ewlehiyê biqewime. Ji vê herêmê bi aqil û bê şer biçin. Îro eskerên Amerikayê di ewlehiyê da nînin. Sibê dibe ku eskerên Avrpayê jî di ewlehiyê da nebin. Werin em vegerin ser peymana nukleerê."

Di axaftina xwe da Rûhanî destnîşan kir ku vekişîna Amerikayê ya ji peymana nukleerê ser herêmê tesîreke neyînî kir û wiha domand: "Pirsgirêka ewlehiyê ya li herêmê wê tesîreke neyînî li ser Amerika, Avrupa û çar aliyê dinyayê bike."

- Daxistina balafira Ukraynayê

Serokkomar Rûhanî ji rayedarên eskerî yên Îranê xwest ku bila ew rastiyên der barê daxistina balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê da ji dil û can bi raya giştî ra parve bikin û wiha dewam kir: "Milet ji rayedaran tevgerên ji dil û bi dilsozî hêvî dike. Ez ji Sererkanî û hêzên eskerî rica dikim. Ji serî heya binî hûrgiliyên bûyerê bi raya giştî ra parve bikin. Em ji gel lêborînê bixwazin. Ez di şerê İran û Irakê da bi qasî 7 salan berpirsê pergala parastinê bûm. Ne di şer da û ne jî di dîroka Îranê da bûyereke wiha neqewimiye."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE