Hêzên Amerîkayê firokeyên bêfirokevan ên çekdar ên li ser Balyozxaneya Bexdayê difiriyan daxistin

Hêzên Amerîkayê firokeyên bêfirokevan ên çekdar ên li ser Balyozxaneya Bexdayê difiriyan daxistin

Hat ragihandin, firokeyên bêfirokevan ên çekdar ên li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê difiriyan ji hêla hêzên Amerîkayê hatin daxistin.

Çavkaniyê ewlekariyê yê Iraqê ku ji peyamnêrê AAyê ra axivî û nexwest navê wî eşere bibe, diyar kir ku hin firokeyên bêfirokevan ên çekdar ên li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê difiriyan ji hêla hêzên Amerîkayê bi rêya pergala parastina fuzeyê hatin daxistin.

Ji ciyekî nêzîkî Herêma Kesk a li Bexdayê jî hat dîtin ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li dijî firokeyên bêfirokevan ên çekdar ên navborî pergala parastina fuzeyê kir dewrê.

Li dijî Baregeha Eskerî ya Amerîkayê ya Eyn el-Esedê duh jî êrîşa bi roketê hatibû kirin.

Tê îdiakirin, êrîşên dijî hedefên Amerîkayê ji hêla hêzên milîsên Şîe yên nêzîkî Îranê va tên kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE