Hikûmeta Libyayê diyar kir ku 6 êrîş birin ser konvoyeke eskerî ya li başûrê Trablusê ya milîsên Xelîfe Hefterê derbekar.
Mîrlîwa Mihemed Kanunuyê berdevkê yekîneyên çekdar ên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya li Neteweyên Yekbûyî meşrûiyeta wê heye li ser rûpela medyaya civakî ya Operasyona Burqan el Xezebê wiha nivîsî: "Hêzên hewayê 6 êrîş birin ser konvoyeke eskerî ya milîsên Hefterê terorîst."
Hat ragihandin ku li rêya di navbera herêmên Qariyet û Nesmeyê da ya li nêzî Geliyê Mersitê hat kirin.
Di daxuyaniyê da zêde agahî nehatin dayîn.
Di van demên dawîn da hêzên hikûmetê di operasyonên dijî milîsên çekdar ên Xelîfe Hefterê derbekar da serkeftinên mezin bi dest dixin. Milîsên Hefter zirar dîtin û ji gelek herêm û warehên li nêzî Trablusa paytext vekişiyan.AA