Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku ji îlona 2014an a destpêka midaxeleya koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da hetanî nika 924ê wan zarok, 656ê wan jin bi tevahî 3 hezar û 35 sivîl hatin kuştin.
Amerîkayê di îlona 2014an da bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê va midaxeleyî şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir, SNHRyê rapora li ser kuştina sivîlan a ji ber midaxeleya koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da weşand.
Di raporê da hat gotin ku "Ji îlona 2014an vir da ji ber êrîşên li ser Reqa û Dêrazorê 924ê wan zarok, 656ê wan jin bi tevahî 3 hezar û 35 sivîl hatin kuştin."
Di raporê da hat diyarkirin ku ji sedî 32yê kuştina sivîlan di heyama Barack Obamayê Serokê Amerîkayê yê berê da hat kirin û hat nirxadin ku 'di heyama Donald Trumpê Serok da êrîş bêpergal hayin kirin'.
Dîsa di raporê da wiha hat gotin: "Di êrîşên heyama Obama da 194ê wan zarok, 294ê wan jin bi tevahî 976 sivîl hatin kuştin ligel vê di heyama Trump da 730ê wan zarok, 362ê wan jin bi tevahî 2 hezar û 59 sivîl hatin kuştin."
560 hezar sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin
Li gor raporê, di heyama Trump da cara ewil bi bombeya fosforê ya qedekirî va 5 êrîş hatin kirin.
Li Reqa û Dêrazorê êrîşî 182 wargehên jiyanê kirin (xwendingeh, mizgeft, ocaxên tenduristiyê, qamp).
Di êrîşên li ser van wargehan da 25 xwendingeh û 15 tesîsên tenduristiyê xistin hedef û 560 hezar sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin.
YPG/PKKya ku Amerîka piştgiriyê didê do diyar kiribû ku herêma dawîn a di destê DEAŞê da jî zeft kir.AA