Hêzên koalîsyona Ereban li Marîba bajarê Yêmenê 85 milîsên Hûsî berteref kirin

Hêzên koalîsyona Ereban li Marîba bajarê Yêmenê 85 milîsên Hûsî berteref kirin

Li gor ragihandina hêzên koalîsyona Ereban ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, li bajarê Marîbê ku dikeve naverasta Yêmenê 85 milîsên Hûsî hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya koalîsyonê, di 24 saetên dawîn da li herêmên el-Cuba û el-Kessarayê ku dikevin rojavayê Marîbê li dijî milîsên Hûsî û wesayîtên eskerî 21 operasyon hatin kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di operasyonan da 9 wesayîtên eskerî hatin derbkirin, ji Hûsiyan 85 terorîst jî hatin berterefkirin."

Li gor daxuyaniya artêşa Yêmenê jî esker li başûrê Marîbê dijî Hûsiyan şer dikin.

Ajansa nûçeyan a Sabayê ya Hûsiyan di nûçeya xwe ya ku sipart çavkaniyekî ewlehiyê da jî hêzên koalîsyonê 16 êrîşên esmanî birin ser el-Cubayê, 2 êrîşên esmanî jî birin ser Sarwah û Mîdgalê.

Ji aliyê din va SPAya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî daxuyand, Hûsiyan Balafirgeha Ebhayê ya li başûrê rojavayê Erebistana Siûdî kir hedef û pergalên parastina hêzên esmanî du wesayîtên esmanî yên bêmirov û bombebarkirî xistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE