Hêzên koalîsyona navneteweyî wê cardin pêşmergeyan perwerde bikin

Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞa rêxistina terorê ji sibê pê va wê cardin perwerdeyê bidin pêşmergeyan ku ji ber rageşiya li herêmê dabûn sekinandin

Hêzên koalîsyona navneteweyî wê cardin pêşmergeyan perwerde bikin

Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞa rêxistina terorê ji sibê pê va wê cardin perwerdeyê bidin pêşmergeyan ku ji ber rageşiya li herêmê dabûn sekinandin.

Qereman Şêx Kemalê Alîkarê Sererkanê Wezareta Pêşmergeyan yê Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û destnîşan kir hêzên koalîsyona navneteweyî ji sibê pê va wê cardin perwerdeyê bidin pêşmergeyan ku ji ber rageşiya li herêmê demekê dabûn sekinandin.

Kemal destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê bi fermî biryara xwe ragihandin û got ku bernameya perwerdeyê neguheriye.

Hêzên Amerîka, Almanya û Hollandayê ku dijî DEAŞê hatine avakirin û ji 2014an vir va hêzên pêşmergeyan perwerde dikin ji ber rageşiya li herêmê roja çarşemê perwerdeya ku didan hêzên Iraqê û pêşmergeyan dabûn sekinandin.

Ji ber rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da rêvebiriya Washingtonê ji ber îhtimala êrîşan biryar dabû ku welatî û xebatkarên wan Iraqê biterikînin û hin telîmat û tevdîr eşkere kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE