Hêzên rejima Beşar Esed bi hevkariya YPG/PKKya rêxistina terorê ketin dorbera Minbica herêma Sûriyeyê.
Li gor çavkaniyên ewle yên li Minbicê 2 tank, kamyonên melzemeyan, wesaîtên bizirx yên personelan û 40 pîkapên hêzên rejimê tê da ne qederê saetek berê ji başûrê va ketin navçeyê.
Konvoya hêzên rejimê piştî ku demekê bi serkirdeyên YPG/PKKyê ra axivîn ketin Arîmaha li dorbera rojhilatê navçeyê.
Gorî agahiyan YPG/PKKyê kontrola Arîmahê teslimî hêzên rejimê kir.
Beldeya Arîmahê di navbera rojhilatê Minbicê û herêma Mertalê Feratê da li ser xeta eniyê ye.
Li herêmên din yên Minbicê dagirkeriya YPG/PKKyê dewam dike û di demeke nêzîk da divê Amerîka eskerên xwe vekişîne.
Eskeriyên Amerîkayê li navend û bakurê Minbicê li ber çemê Sacuyê yê ku xeta eniyê ya herêma Mertalê Feratê ye bi cî bûne.
AA