Hêzên rejima Esed nêzî sînorê bajarê Îdlibê dibin

Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, digel mitabaqata Îdlibê êrîşên xwe zêdetir dike û amadehiya bidestxistina deverên ser sînorê îdarî yê Îdlibê dike

Hêzên rejima Esed nêzî sînorê bajarê Îdlibê dibin

Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, digel mitabaqata Îdlibê êrîşên xwe zêdetir dike û amadehiya bidestxistina deverên ser sînorê îdarî yê Îdlibê dike.

Hêzên rejima Beşşar Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" dixwaze pêş bikeve.

Hêzên rejimê hefteya borî gundê el Çenabîreyê, Girê Osmên, navçeya Kefrenbûdeyê, bajaroka Keleha Madîkê, gundên El Şerîa, El Tuveyne, El Kîrkat û Bab Et Takayê bi dest xistin û nêzî kîlomêtreyekî nêzîkî sînorên bajarê Îdlibê bûn. Li gor mitabaqata Îdlibê ya 17ê Îlona 2018an di navbera 15 û 20 kîlomêtroyan wê ji çekên giran bihata safîkirin, lê hêzên rejimê li vê herêmê pêş dikevin.

Li gor texmînê piştî vî qasî hedefa hêzên rejimê bidestxistina gundên El Habît, Es Sihriyye û Kîratayê û gihîştina sînorên îdarî yê bajarê Îdlibê ye.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e.

Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsa Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû.

Hêzên rejimê li başûrê rojhilata Îdlibê bajaroka Sîncarê, gundên Ebu dalî, Hîcaz, Resîm el Abît, Remle, Um Cureynê û balafirgeha Ebu Zuhurê di serê sala 2018an da bi dest xistibûn û ji aliyê başûrê rojhilatê va ketibûn nav sînorên bajarê Îdlibê.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên parastina sivîlan (baretspî) destnîşan dikin ku ji 25ê nîsanê vir va di êrîşan da 126 sivîl hatin kuştin, ji 325anzêdetir jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE