Hêzên Rûs li Kîevê dîsa li herêma sivîlan xist 

Hêzên Rûs li Kîevê dîsa li herêma sivîlan xist 

Ji ber êrîşa hêzên Rûs ya li ser pahtext Kîevê herî kêm kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.


Li gor ragihandina şahidan, fûzeyeke bi destê hêzên Rûs hat avêtin li herêma Podilskiyê ya li ser Kîevê, li qada jîngehên sivîlan ket.


Ji ber êrîşê li herêmê tevî gelek avahiyan di dibistanekê da jî xesareke mezin pêk hat.


Bi bandora teqînê camên hin xaniyên li herêmê şikestin, gelek wasiyît jî bûn xurde.


Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji ekîbên tenduristiyê wergirt di êrîşê da kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.


Hêzên Rûs duh danê êvarê jî êrîşî Kîevê kiribûn û 2 kes hatibûn kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE