Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, hêzên Rûs êrîşî ofîsa wan a li bajarê Marîupolê yê Ukraynayê kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Servîsa Peywendiyên Derva ya YEyê, agahiyên ewle hatin bidestxistin ku van dawiyan avahiya mîsyona YEyê ya li Marîupolê ji hêla hêzên Rûs hat lêdan.
Xesareke mezin gihîşt avahiyê û her wiha ekîpmanan, lê tiştek bi endamên mîsyonê nehat.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em van êrîşan û êrîşên dijî sivîl û binesaziya sivîl şermezar dikin. Em ji Rûsyayê dixwazin ku di çarçoveya biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û emrê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî da hêzên xwe û techîzatê xwe yê eskerî aniha ji tevahiya Ukraynayê derxe."
Şaredarê Marîupolê Vadîm Boyçenko duh ragihandibû, ji roja dorpêça hêzên Rûs û vir va 210 jê zarok 5 hezar sivîl hatin kuştin.
AA