Hêzên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 10 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 10 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" 10 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Şahihan gotibûn eskerên Îsraîlê serê sibê li Şerîeya Rojava li ser mala Xidir Adnanê yek ji rêvebirê Tevgera Cîdaha Îslamî da girtin û ew binçav kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran li ser malan digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 430 jê girtiyên îdarî, 270 jê zarok nêzî 6 hezarî Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

Dîroka nûkirinê: 11 Adar 2019, 13:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE