Hêzên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin

Artêşa Îsraîlê daxuyand li Şerîeya Rojava 10 Filistînî hatin binçavkirin

Hêzên Îsraîlê 10 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, 10 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevî bûyerên terorê bûne" 10 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Şahihan gotibûn eskerên Îsraîlê serê sibê li Şerîeya Rojava li ser mala Xidir Adnanê yek ji rêvebirê Tevgera Cîdaha Îslamî da girtin û ew binçav kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran li ser malan digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE