Hêzên Îsraîlê 13 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 13 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê 13 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 13 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 13 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat  ên dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê gelek caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin. 

Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "tewqûfkirina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan tewqûf bike. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê xeternak e" dadgerê eskerî dikare bêyî tawanbariyekê maweya tewqûfê heya 5 salan dirêj bike.

Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da qedera 500 jê girtiyên îdarî, 220 jê zarok zêdetirî 5 hezarî Filistînî hene.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 09:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE