Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 15 Filistînî binçav kirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Filistînê li hin herêmên Şerîeya Rojava bi şev operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevî çalakiyên terorê bûne" 15 Filistînî hatin binçavkirin.
Hat gotin ku Filistîniyên ku hatin binçavkirin ji bo îfadeyê sewqî navenda binçavkirinê kirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê her tim davêjin ser malan û bi îdiayên curbecur va Filistîniyan binçav dikin.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da jê 430 girtiyên îdarî, 279 zarok nêzî 6 hezarî Filistînî hene.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digre.
Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.
AA