Hêzên Îsraîlê 16 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye 16 Filistînî binçav kirin.

Hêzên Îsraîlê 16 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye 16 Filistînî binçav kirin. 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 16 Filistînî hatin binçavkirin. 

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.

Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "tewqûfkirina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan tewqûf bike. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê xeternak e" dadgerê esker dikare bêyî tawanbariyekê maweya tewqûfê heya 5 salan dirêj bike.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE