Hêzên Îsraîlê 22 Filistînî binçav kirin

Artêşa Îsraîlê daxuyand li Şerîeya Rojava 22 Filistînî hatine binçavkirin

Hêzên Îsraîlê 22 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, 22 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevî bûyerên terorê bûne" 22 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran li ser malan digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin.

Filistîniyên tên binçavkirin yên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da qasî 6 hezar Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîna îdarî" li gor îstixbaratê Filistîniyan di navbera meh û 6 mehan da digre.

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 14:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE