Hêzên Îsraîlê 23 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 23 welatiyên Filistînê binçav kirin

Hêzên Îsraîlê 23 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 23 welatiyên Filistînê binçav kirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku di operasyonên bi şev li hin herêmên Şerîeya Rojava hatin kirin da bi îdiaya "tevlêbûna çalakiyên terorê" 23 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku kesên binçavkirî birin navenda binçavkirinê ya li herêmê.

Hêzên Îsraîlê gelek caran diavêjin ser malên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava ya dagirkirî û bi hin îdiayan welatiyên Filistînê binçav dikin.

Li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava êdî binçavkirin bûye rewşeke normal, hin welatiyên Filistînê yên di nav wan da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da kêmzêde 500ê wan girtiyên îdarî, 220ê wan zarok bi tevahî ji 5 hezarî zêdetir welatiyên Filistînê hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Tebax 2019, 10:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE