Hêzên Îsraîlê 23 Filistînî binçav kirin

Li Şerîeya Rojava 23 Filistînî ji hêla eskerên Îsraîlê va hatin binçavkirin

Hêzên Îsraîlê 23 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye 23 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 23 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Filistîniyên binçavkirî ji bo jêpirsînê sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin. 

Binçavkirin li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat êdî bûye tiştekî rêzê, caran bi rojan ji Filistîniyên binçavkirî yên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan xeber nayê hildan û li navendên binçavkirinê tên girtin.

Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "girtina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan bigre. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê talûke ye" dadgerê esker dikare bêyî sûcdarkirinê heta 5 salan dema girtinê dirêj bike.

Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da qasî 500 jê girtiyên îdarî, 220 jê zarok bi tevahî 5 hezarî zêdetir Filistînî hene. 

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE