Hêzên Îsraîlê 24 Filistînî binçav kirin

Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 24 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê 24 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û li Qudisa Rojhilat a ku dagirkirî ye 24 Filistînî binçav kirin.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava 16 Filistînî ji ber îdiaya "beşdarî çalakiyên terorê" bûne, hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin. 

Ji hêla din va li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, eskerên Îsraîlê li Qudisa Rojhilat jî 8 filistînî binçav kirin. 

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku hatine dagirkirin ji ber îdiayên cuda gelek caran diavêjin ser malan û Filistîniyan binçav dikin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 430 jê girtiyên îdarî, 270 jê zarok nêzî 6 hezarî Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digre.

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

Dîroka nûkirinê: 04 Adar 2019, 12:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE