Hêzên Îsraîlê 58 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye 58 Filistînî binçav kirin...

Hêzên Îsraîlê 58 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye 58 Filistînî binçav kirin 

Li gor nûçeyên çapemeniya Filistînê, bi şev li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava li hin herêman bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" bi şev 58 Filistînî hatin binçavkirin.

Hat gotin ku Filistînî sewqî navendên binçavkirinê yên herêmê kirine.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran li ser malan digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin. Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin. 

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 500 jê girtiyên îdarî, 230 jê zarok 5 hezar û 700 Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE