Hêzên Îsraîlê 9 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye 9 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê 9 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye 9 Filistînî binçav kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 9 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê timî bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.

Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "tewqûfkirina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan tewqûf bike. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê xeternak e" dadgerê esker dikare bêyî tawanbariyekê maweya tewqûfê heya 5 salan dirêj bike.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da qedera 500 jê girtiyên îdarî, 220 jê zarok zêdetirî 5 hezarî Filistînî hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 11:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE